Kesayeta neteweyî Elî Hecî Silo yê ji bajarê Tirbespiyê, di encama krîza dil de vê êvarê li bajarê Qamişlo koça dawî kir.
Elî Hecî Silo bi têkoşîna xwe ya tevî têkoşerên destpêkê yên tevgera rizgariya Kurdistanê tê naskirin.
Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo Elî Hecî Silo gavên mezin di nava tevgerê de avêtiye.
Rolek girîng bi damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk re lîst.
Hêjayî gotinê ye ku Elî Hecî Silo apê şehîd Emîn Hecî Silo ye.
Cenazeyê Hecî Silo dê sibê roja (çarşemê), li goristana Dêrna Qulinga bê definkirin.



