Wezîrê dîasporayê yê Îsraîlê Amîchaî Şêkli li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku “Sûriye wan neçarî şer dike”.
Bi gotina wezîrê Israîlê, şerê bi Sûriyê re jêneveger e.
Li gorî Kanala 12 a Îsraîlê gotina Amîchaî piştî belavkirina dîmenên Hêzên Hikûmeta Veguhêz ên gefên li dijî Israîlê hatiye dayîn.
Her wekî Rojnameya Mearîf a Îsraîlî ragihandiye ku du bûyerên ewlehiyê ji bo Îsraîlê xem in
Bi gotina wê rojnameyê, bûyera yekem li Tulkarm şaneyekê ji bo kapasîteya çekên mûşekî dixebitî,
ya dumyem jî amadekarî bo operasyonekê di nava axa Sûriyê de li dijî Israîlê dihat kirin.



