Li Swîsreyê, Çalakiya Rûniştinê ya bi armanca zadiya fîzkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, bibiriyardarî dewam dike.
Çalakiya ku her Çarşemêdi li bera avahiya NY’î ya li Cenevreyê pêk tê, di hefteya 255’an de dewam kir.
Di çalakiya vê hefteyê de, şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bibîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Osman Tekîn axivî.
Tekîn balkişand li ser hevdîtinên komîsyona meclisa Tirkiyê bi Rêber Apo re û wiha got:
“Diviyabû tevahiya girtekên hevdîtinên bi Rêber Apo ji raya giştî bihata eşkerekirin.
Lê desthilata AKP’ê nivîsên girtekê kurt kir û kurteya wê parve kir.”
Tekîn saziyên navneteweyî û aliyên pêwendîdar kir û got:
“Divê hemû saziyên navneteweyî erka xwe ya misogerkirina azadiya Rêber Apo pêk bîne.
Rêya aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê di azadiya Rêber Apo re derbas dibe.”



