Li seranserî herêmê civîn bi armanca xurtkirina kar û xwbat dewam dike.
Li Til Hemîs, Reqa û Dêrazorê civîn hatin lidarxistin.
Kongreya Îslama Demokratîk a Til Hemîs civînek li hola Navenda Çandê ya bajêr li darxist.
Di civînê de rola oldaran di komîteyên lihevanînê yên komînan de hat nîqaşkirin û hate gotin:
Komîn bingeha neteweya demokratîk e.
Divê hevkarî di navbera hevserokatiyên komînan û oldaran de hebe û hemû pirsgirêkên herêmê werin çareserkirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîna nîvê salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê ji bo nîqaşkirina xebatên xwe yên 6 mehan civînek li dar xist.
Di civînê de nirxandinên Rêber Apo ên dîroka hegemoniya baviksalarî û taybetmendiya doza jinê hat xwendin.
Pişter başdaran jî anîn ziman ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû waran de pêşketineke berbiçav pêk anîne
Civîn bi gelek xalan bi dawî bû yek ji wan xalan jî eve.
Vekirina dewreyên perwerdê yê pîşeyî ji bo bihêzkirina jinan di civakê de bên dayin.
Li Dêra Zorê Meclisa Gelan civîna xwe ya asayî li dar xist
Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk ya Dêrazorê, civîna xwe ya asayî li darxist.
Di civînê de kesên axivîn anîn ziman ku Sûriyê di qonaxeke hesas re derbas dibe û çavên tevahî cîhanê lê ye.
Divê li gorî vê pêvajoyê kar û xebat were meşandin.



