Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê diyar kir ku piştî hikumeta veguhêz daxwazên nû kirin danûstandinên ewlehiyê yên di navbera wan û Îsraîlê de kêm bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di konferansa ku rojnameya The Jerusalem Post de axivî.
Saar ji rojnameyê re diyar kir ku valahiyên di navbera wan û Sûriyeyê de yên girêdayî peymana ewlehiyê fireh bûn.
Wan asta daxwazên xwe bilind kirin.
Bê guman em peymanê dixwazin, lê niha ne wek beriya çend hefteyan e, ji pêkanînê dûr e.”
Saar destnîşan kir ku Îran hîn jî li ser Îsraîlê û aramiya herêmî gefeke sereke ye.
Her wekî desstnîşan kir ku Îranê dev ji tu armancên xwe yên stratejîk bernedaye; ne bernameya mûşekên balîstî, ne wekîlkên xwe ne jî armancên xwe yên nukleerî.
Em wê ji nêz ve dişopînin û nahêlin ev şiyan vegerin.



