Di rapora nû ya Rêxistina Efûyê de, yekemcar Hamas û komên çekdar ên Fîlîstînî sûcdar kir ku 7’ê Cotmeha 2023’an di êrişên li ser Îsraîlê û piştî wê de li dijî mirovahiyê sûc kirin.
Di êrişên 7’ê Cotmehê de piraniya wan sivîl 1.221 kesî jiyana xwe ji dest dan.
251 kes dîl hatin girtin, tê gotin ku 44 ji wan di dema êrişê de hatin kuştin.
Ji 207 dîlgirtiyên sax jî, 41 ji wan di dema dîlgirtinê de mirin.
Rêxistinê, Hamas û komên çekdar ên Fîlîstînî bi revandin, êşkence, windakirina bi zorê, destavêtin, destdirêjî, dîlgirtin û desteserkirina cenazeyan hiqûqa navneteweyî sûcdar kir.
Her wiha diyar kir ku ragirtina dîlgirtiyan “stratejiyeke berê plankirî” ya Hamasê û komên din e û got:
Berpirsyarê sereke yê van sûcan Hamas e, lê belê Cîhada Îslamî, Tûgayên Şehîdên El Aksa û hin sivîlên serbixwe jî xwedî berpirsyariyê ne.
Rêxistina Efûyê çalakiyên Îsraîlê yên li Xezeyê weke “qirkirineke dewam” pênase kir.



