Meclîsa Nûneran a Amerîkayê roja Çarşemê Qanûna Budceya Parastina Neteweyî ya 2026 an pejirand, tê de bendek ji bo betalkirina Cezayên Qeyser yê li ser Sûriyê heye.
Biryar piştî dengdanekê hat erêkirin, tê de 312 deng “erê” û 112 deng “na” wergirt.
Dengdan piştî sozên siyasî yên dubarekirî yên rakirina qanûnê pêk hat, ji wan jî soza Serokê Amerîkayê Donald Trump a di Gulana borî de bû.
Lêbelê, bicîhanîna wê pêwîstî bi pejirandina qanûnek nû bi rêya Kongresê hebû.
Piştî erêkirinê li meclisê, beriya ku proje bighê koşka spî wê li Senatoyê were niqaşkirin û têkeve dengdanê.



