Berhem Salih, dibe yekem Kurd ku erka Komîserê Neteyweyên Yekbûyî yê Karûbarê Koçberan werdigire.
Serokê Iraqê yê berê û yek ji Rêveberên YNK’ê Berhem Salih bi biryareke dermî bû Komîserê Neteyweyên Yekbûyî yê Karûbarê Koçberan.
Di nameya ku sekretêrê Giştî yê NY Antonio Guterres îmze kir de, tê gotin ku ku Berhem Salih bo vê erkê hatiye diyarkirin û ji Çileya 2026’an dest pê dike û 5 salan dirêj dike.
Bi vî rengî dê Berhem Salih li şûna Filippo Grandi yê italî erka xwe werbigire.



