QSD’ê êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Bisêra ya Dêrazorê têk bir. Di encamê de çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû
Di daxuyaniyê de hate gotin, şervanên QSD’ê îro (Şemiyê) êrişeke şaneyên DAIŞ’ê a li dijî erebeyeke leşkerî ya şervanan têk bir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êriş li gundê Tikêhî yê herêma Bisêra ya li rojhilatê Dêrazorê, dema şervanan mîsyona xwe ya parastina ewlehiyê bi cih dianî, pêk hat.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku şervanan bersiva êrişkaran da û şer derket. Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû û yên din jî reviyan.
Li gorî daxuyaniyê, RBG’yek tevî guleyên wê û motorsîklêteke ku çeteyan di dema êrişê de bi kar anî, ketin destê şervanan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 6 çete beşdarî êrişê bûne.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyand ku piştî têkbirina êrişê, şervanan tavilê operasyona paqijî û lêgerîna li çeteyên reviyayî û birîndarekî wan da destpêkirin. Hate diyarkirin ku operasyona lêgerînê dewam dike.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku dê hewldanên xwe yên parastin û mîsogerkirina ewlehiya herêmê bidomînin û bi xurtî bersiva êriş û gefên li ser aştiya navxweyî û ewlehiya sivîlan bidin.



