Saturday 2026/06/06
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Yekitiya Ajokaran a Hesekê kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist

December 13, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Yekitiya Ajokaran a Hesekê kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist
Share on FacebookShare on Twitter

Yekitiya Ajokaran a Hesekê bi beşdariya ajokarên ji Hesekê, Til Temir, Şedadê, Dirbêsiyê û Til Birakê kongreya xwe ya 2’yemîn li bajarê Hesekê li dar xist. Di kongreyê de hevserok û meclisa yekitiyê hatin hilbijartin.

Yekitiya Ajokaran a Hesekê kongreya xwe 2’yemîn bi dirûşma “Bi rêya birêxistinbûyîn û xebata hevpar, em veguhastinê ber bi pêşerojeke ewle û birêxistinkirî ve bibin” li Hola Mişwar a bajarê Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de endamên yekitiyê, nûnerên saziyan û gelek ajokarên ji Şedadê, Til Birak, Til Temir û Dirbêsiyê amade bûn.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qasim Mistefa di kongreye de axivî û wiha got: “Li ser bingeha pêwîstiya rêxistina karê şofêran li Rojava û aktîfkirina rola wan a bingehîn di civaka demokratîk de, ji ber têkiliya wan a rasterast bi civakê re ye. Ji ber ku ev pîşe roleke girîng û berbiçav di navbera civak û bajêr de dilîze. Parastina civak û bajêr bi giranî bi vê beşê ve girêdayî ye.”

Dûre rewşa siyasî ji hêla endama koordînasyona TEV-DEM’ê Şêro Mihemed Şero ve hate nirxandin. Şero diyar kir ku Sûriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek hesas re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de divê birêxistinbûn xurttir bê avakirin û wiha got: “Divê em xwe di aliyê rêxistinî de xurttir bikin û li derdora projeya xwe kom bibin û destkeftiyên ku me bi dest xistin bi saya van şehîdan in. Her kesek jî lazim e xwedî lê derkeve.”

Şêro destnîşan kir ku di Sûriyeyê de gelek destwerdanên ji derve hene, bi taybet jî dewleta Tirk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me tu carî êrişî tu kesî nekiriye. Me parastina xwe, gel û xaka xwe kiriye. Tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn û xaka xwe diparêzin. QSD’ê ev xak parast.”

Di kongreyê de, hevserokê Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qasim Mistefa peyama ku Rêber Abdullah Ocalan ji eşîrên Ereban re şadibû, xwend. 

Dûre endama Rêveber a Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê Cîhan Ebdo axivî û diyar kir ku rola ajokaran wekî hêzeke girîng a qadê ye. Cîhanê wiha got: “Em hêvî dikin ku ev konferans dê bibe gaveke girîng di xurtkirina rêxistinê û xurtkirina têkiliyên di navbera şofêran û civakê de.”

Dûre li ser xebatên ajokaran sînevîzyonek hate pêşkirin. Piştî hilbijartina dîwanê, ajokaran pêşniyar û zehmetiyên xwe diyar kirin. Piraniya wan daxwaza zêdekirina mazotê kir.

Piştî nîqaşan Hazêf Xelef û Role Elî wek hevserokên nû yên Yekitiya Ajokaran a Hesekê û mecliseke ji 5 endaman ji bo rêveberiya yekitiyê hatin hilbijartin.

Previous Post

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin

Next Post

Li Reqayê merasîma 2 cangoriyan

Weşana girêdayî

Di navbera şandeya Îmralî û AKP’ê de hevdîtinek krîtîk
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Di navbera şandeya Îmralî û AKP’ê de hevdîtinek krîtîk

KCK’ê ji bo kuştina Mihemed Mîrza daxuyanî da
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Piştgiriya KCK’ê ji banga yekîtiyê ya Bafil Talebanî re

Parêzgarê Hesekê bi Nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê re civiya
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Parêzgarê Hesekê bi Nûnera UNICEFˊê ya li Sûriyeyê re civiya

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye