Yekitiya Jinên Suryan pêşangeha destkariyên 10 jinan vekir.
Di pêşangehê de şîranî, hunerên ku ji ta û tentene, tex, darên serê salê, neqşên bi lîzer, morîk û hwd hatine çêkirin, hatin nîşandan.
Di vekirina pêşangehê de bi dehan jin, endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl amade bûn.
Axaftina destpêkê ya pêşangehê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Delal Gebro ve hat kirin. Delalê piştî bixêrhatina beşdaran kir, got ev pêşangeh afirîneyên jinan û hewldanên wan ên pêşxistina behreyên xwe û dabînkirina jêdera xwe nîşan dide.
Piştî axaftinan beşdar li nava pêşangehê geriyan.
Pêşangeh dê heya sibe vekirî be.



