Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xalid Mehmûd konê sersaxiyê hate vedan.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo endamê Hêzên Ewlekeriya Hundirîn Xalid Mehmûd ê ku di 11`Kanûnê (2025) de ku di encama krîza dil de li bajarokê Girbawî şehîd bûbû, konê sersaxiyê veda. Kon li pêşiya mala şehîd Xalid Mehmûd ya li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê hate vedan.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêniyên bajar û gundewarê Qamişloyê, Kongra Star, xwenedekarên dibistanan û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) herikîn bin konê sersaxiyê. Li bin kon wêneyên şehîd Xalid Mehmûd û Rêber Abdullah Ocalan hatine dalqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Rêzan Gulo diyar kir ku şêniyên Girbawî ji destpêka Şoreşa Rojava ve di nava berxwedanê de ne û ji bo parastina welatê xwe gelek şehîd dane.
Gulo anî ziman ku welat ber bi azadiyê ve diçe ew jî bi xwîn û saya şehîdan û hêsirên dayikan yên xwedî ked û têkoşîn kirin. Gulo da zanîn ku xwîna keç û xortên vî welatî bi Kurd, Ereb, Çerkes, Ermen û Xiristiyan di rêya jiyaneke azad û bi rûmet de bû yek.
Têkoşer Sadiq Badiyan (Sadiq Mihemed Receb) ê ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de hatibû ragirtin û di Cotmeha îsal de rizgar bû, li ser navê girtiyên azadiyê axivî. Sadiq Badiyan diyar kir ku şehîd nirxên herî hêja ne û got: “Bi saya keda şehîdan em li ser xaka welatê xwe azad dijîn. Bila serê malbata şehîd û gelê Kurd sax be.”
Ji rêveberên PYD’ê Silêman Osman jî di axaftina xwe de hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîr anîn û got:“Em soz didin ku em ê li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah bimeşin.“
Serdana konê sersaxiyê dewam dike.



