Li Şîlî hilbijartina serokatiyê di tûra duyem de pêk hat.
Her wiha di tûra duyem de namzeda rastgir a tundrew bi ser ket.
Li gel vê yekê namzedê cepgir di hilbijartinan de dengekî mezin winda kir û serokatî ket destê rasgiran.
Di gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê yên li Şîlîyê de, namzetê rastgir Jose Antonio Kast bi 16 puanan serket.
Li gorî encamên destpêkê yên ku ji hêla Xizmeta Hilbijartinê ya Şîlîyê ve hatine weşandin, bi jimartina ji sedî 99’ê dengan, Kast namzeta rastgir a Partiya Komarî, ji sedî 58.2’ê dengan di hilbijartinê de bi ser ket.
Jeannette Jara, namzeta çepgir a hevpeymaniya Yekîtî ji bo Şîlîyê û piştgiriya partiya desthilatdar, ji sedî 41.8’ê dengan wergirt.
Jara têkçûna xwe qebûl kir û reqîbê xwe Kast pîroz kir û got:
“Demokrasiyê bi tundî û zelalî axivî.
Min bi Serokê hilbijartî Kast re axivî ji ber ku divê em rêzê li biryara welatiyan bigirin.
Bi taybetî di kêliyên têkçûnê de ku divê em hîn bêtir bi nirxa demokrasiyê ve girêdayî bin.”
Serokê Şîlîyê Gabriel Boric, di axaftina zindî ya li ser televîzyonê de, Kast pîroz kir û got:
“Ez dixwazim hûn bizanin ku wekî dewletek, em ê her gav ji bo berjewendiya welatê xwe ji hevkariyê re vekirî bin.”



