Şêwirmendê Xameneyî da zanîn ku welatê bi awayekî tund wê destekê bide Hizbullahê.
Welayetî dest nîşan kir Hizbullah hêza herî girîn a ku li dijî Îsraîlê disekine.
Her wiha Welayetî got ku ji bo Îranê gelekî girînke ku desteka xwe ji bo Hizbullah bidomîne.
Di demekê de ku hikûmeta Lubnanê hewl dide çekan ji Hizbullahê bistîne, Îranê careke din piştgiriya xwe ji bo Hizbullahê dubare kir.
Di vê rewşa hesas a navxweyî ya Lubnanê de, Elî Ekber Welayetî, şêwirmendê lîderê olî yê Îranê, ragihand ku Tehran dê piştgiriya xwe ya ji bo Hizbullahê bidomîne.
Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnim, Velayetî di hevdîtina xwe ya roja Yekşemê de bi Abdullah Safiudîn, nûnerê Hizbullahê li Tehranê, re diyar kir ku partî “yek ji stûnên herî girîng ên eniya berxwedanê pêk tîne û di rûbirûbûna Îsraîlê de roleke girîng dilîze”.



