Artêşa Îsraîlê amadekariya êrişeke nû li ser başûrê Lubnanê dike.
Li gorî çapemaniya Îsraîlê êriş bi taybet li dijî endamên Hizbullahê, pêk tê.
Kenala 12’an a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê armancên xwe diyar kirin û amadekariya êrişeke nû li dijî başûrê Lubnanê dike.
Kenalê destnîşan kir ku ji armancên Îsraîlê yên ku hatine diyarkirin cihên leşkerî û endamên Hizbullah in.
Li gorî kenalê Hizbullahê mûşekên dûravêj hene û Tel Avîv dê ji bo qelskirina şiyanên wê tev bigere.
Artêşa Israîlê endamekî din yê Hizbullahê kir hedef
Artêşa Israîlê jî ragihand ku wan di seetên beriya êvarê de, endamekî din yê Hizbullahê kuştin.
Artêşê da zanîn ku wan bi balefireke bê mirove erebeyek li ser rêya Siblîn- Cedra yê berava El Şof, li başûrê Lubnanê kir hedef.
Di encamê de, ew kes hat kuştin û kesên pê re birîndar bûn.



