Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzêd şermezar kir û bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku dorpêçê rake.
Dayikên Aştiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina dorpêça ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzêd dide meşandin daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê Newal Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dorpêç zehmetiyên şêniyêan girantir dike bi taybetî di zivistan û sermayê de nexasim ku derman û madeyên sereke yên jiyanê ji bo taxan nayên derbaskirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku domandina dorpêçê egera pêkhatina kareseteke mezin zêde dike û banga peydakirina pêdiviyên bijîşkî û dermanan ji bo zarok û temenmezinan hat kirin.
Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin ku peymanên îmzekirî yên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê paşguh neke û dorpêçê bu dawî bike. Hate gotin, ev peyman ji bo ewlehiya welat û vekirina rê li pêşiya Sûriyeyeke yekbûyî ya li ser esasê wekhevî, azadî, edalet û tevkariya çalakî a di rêvebirinê de pêdiviyek in.
Dayikên Aştiyê dane zanîn ku pirrengî û nenavnedîtî daxwazeke sereke ya tevahî Sûriyeyan e û Sûriye hêja ye ku mîna welatên din ewle û aram be. Dayikan got, berdewama siyaseta dijminatiyê xizmeta gelê Sûriyeyê nake “Ji ber ku pêkhateyên li vê taxê tevaneke sûriyeyî ya kevin û hevgirtineke nîştimanî nîşan didin û zarokên wê xwe fdaî welat kirin.”
Dayikên Aştiyê diyar kir ku dê xwîna şehîdan vala neçe û her dilopek ji xwîna wan dê sembola azadî û berxwedanê bimînin. Her wiha îşaret pê kir ku berxwedana Şêxmeqsûdê dê di bîranîan nifştan de bimîne.



