PYD`ê komxebatek têkildarî têgeha entegrasyona demokratîk û rola jinan li dar xist.
Di beşa yekemîn a komxebatê de rewşa siyasî ji aliyê hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya kantona Firatê Enwer Muslim ve hat şîrovekirin. Enwer Muslim dîroka Sûriyeyê vegot û entegrasyona demokratîk jî şîrove kir.
Enwer Muslim bal kişand ser pirrengiya çandî, mezhebî û neteweyî ya li Sûriyeyê û teşeyên pergala navendî.
Muslim bi bîr xist ku li Sûriyeyê gelek pêkhate, ol, netewe û mehzeb hene, lew ra ji bo mîsogerkirina yekparbûna welat û beşdariya çalak a tevahî pêkhateyan sîstema nenavendî ji bo vê rewşa welat pêdiviyek e.
Di beşa duyemîn de hevserokê Meclisa PYD’ê ya kantona Firatê Bozan Xelîl têgeha entegrasyonê, dîroka derketina wê heta banga Rêber Apo şîrove kir. Xelîl girîngiya entegrasyonê û pêşxistina rola jin û ciwanan di civakê de û girîngiya cihê wan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyeyeke nenavnedî de hebe vegot.
Xelîl diyar kir ku entegrasyona demokratîk di çarçoveya siyasî û rêxistinî de li ser esasê rêgeza tevkariya di navbera hêzên siyasî û civakî de, rêzdariya li hemberî hemû çandan, beşdariya hemû pêkhate û beşdaran di rêvebirinê de tê avakirin.
Beşa sêyemîn a dawîn a komxebatê endama PYD’ê Bêrîvan Îsmaîl rola jinan di şoreşa Rojava de, entegrasyona demokratîk û sîstema hevserokatiyê di saziyan de nirxand.
Bêrîvan Îsamîl anî ziman ku beşdariya jinan di saziyên biryardanê de mafekî rewa ye. Her wiha îşaret pê kir ku ezmûna Rojava îsbat kir ku azadiya jinan stûna demokrasî û aramiya civakê ye.



