Li bajarê Hesekê îro konferansa damezrandina Partiya Yekîtiya Ermen bi dirûşma” Bîra Fermana Ermeniyan, soza dadmendî û nûjenî” hate lidarxistin.
Di konferansê de tekezî li ser Sûriyeke piralî û nenavendî ku mafên hemû pêkhate û mezheban biparêze kirin.
Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl da zanîn ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan hatiye avakirin.
Her wekî rêya rêgirtina li ber polîtîkayên qirkirina li dijî pêkhateyan û parastina çandên wan hilbijart.
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî destnîşan kir ku têkoşîna gelên Kurd û Ermen bi hev re pêdivî bi pabendbûna bi nasname û çandê heye.
Rohilat Efrîn tekez kir ku li hember polîtîkayên qirkirin û înkarê û parastina gelên herêmê, xwerêxistinkirin û avakirina xweseriyê pêwîst e.



