Artêşa Urdinê ragihand ku ew jî beşdarî Operasyona Amerîkayê ya li Sûriyê bûye.
Urdin dibêje ku wan jî êrişên esîmanî li hejmarek deverên DAIŞ’ê pêk anîne.
Artêşa Urdinê eşkere kir ku wan çend deverên DAIŞ’ê li Başûrê Sûriyê bombebaran kirin.
Li gor wê, ev beşdarî di çarçoveya hevkariya Amerîkayê de pêk tê.
Artêşa Urdinê got ku ev operasyon di warê şerê li dijî terorê û rêgirtina li ber rêxistinên radîkal e.



