Li Qamişlo, 11’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dest pê kir.
Di roja yekmîn ya mîhrîcanê de gelek helbest bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin.
Mîhrîcan bi pêşengiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê, bi durişmeya “Asmanê Welêt Têra Xwenên me Hemûyan Dike” hat orgenîzekirin.
Rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Têkildarî mîhrîcanê, panelek ji bo nirxandina xebatên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava pêk hat.
Di panelê de hat diyarkirin ku ev deste ji 11′ Nîsana vê salê dest pê kiriye û ji 5 Yekitiyên li Bakur û Rojhilatê Suriyê yên rewşenbîr û nivîskaran pêk tê.
Her wiha çalakiyên meha derbasbûyî yên ku ji dema damezrandina wê ve hate nîqaşkirin.
Piştî panelê bernameya mîhrîcanê hate eşkerekirin û hat diyar kirin ku wê heta 30’ê Kanûnê dewam bike.



