Liv û tevgerên artêşa Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê zêde dibe.
Duh êvarî Artêşa Îsraîlê dîsa bi erebeyan ketin nava gundiyan de.
Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 7 erebeyên leşkerî pêk dihat duh êvarî ket gundê Mişêrfê yê Quneytîrayê.
Piştre vegeriya baregehên xwe yên Colana dagirkirî.
Her wiha hate ragihandin ku yekîneyeke din ku ji baregeha El Ednaniye derket, li ser rêya Semedaniye û Ecrefê bendeke demkî danî.
Komeke din ku ji 5 erebeyan pêk dihat ket xaçerêya gundê Seyda yê başûrê Quneytîrayê û piştî demek kurt vekişiya.



