Tê payîn Serokkwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu di demek nêzîk de here Amerîkayê.
Tê îdîa kirin serdana Netanyahu, ji bo destura êrîşa li ser Îranê ji rêveberiya Amerîka bistîne, wê here Amerîkayê.
Di wê navberê de Hêzên Îranê tetbîqatên moşekan pêk anîn, ew tetbîqata Îranê wek bersiva îdîayan hat şîrovekirin.
Malpera nûçeyan a Aksiyos, ragihand ku Tel Avîvê rêveberiya Amerîkayê agahdar kiriye, îhtîmale ku Îran moşeka ji bo êrîşeke li ser Îsraîlê bi kar bîne.
Li gorî Aksiyos, rayedarekî Îsraîlî got:
“Me nîşanên ji nû ve avakirina moşekan yên Îranê dîtine.”
Çavkaniyan diyar kirin ku îstîxbarata Îsraîlê bawer dike ku çalakiyên Îranê sala bê zêdetir bibin.
Çavkaniyên Îsraîlê, îdîa kirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu berî serdana xwe ya ji bo Amrîkayê, li ser mijara Îranê bi rayedarên ewlehiyê yên asta bilind re hevdîtin pêk aniye.
“Netanyahu wê mijara moşekên Îranê bi Trump re gotubêj bike”
Her wiha desteya Radyo û Televîzyona Îsraîlê, ragihand ku Benjamin Netanyahu berî serdana xwe ya bo Amerîkayê, li ser Îranê şêwirînên ewlehiyê yên asta bilind pêk aniye.
Ev nûçe piştî raporên ku nîşan da Tehran pêvajoya ji nû ve avakirina bernameya xwe ya moşekên balîstîk lez dike, hat.
Desteyê, îdîa kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump destûr daye Îsraîlê ku êrîşî Îranê bike, tenê Netanyahu di serdana xwe de wê li ser çawaniya êrîşê, bi hevtayê xwe Trupm re nîqaş bike.
Graham: ez ê ji trump bixwazim bila êrîşî Îranê bike
Di heman demê de senatorê Komarî yê Amerîkî Lindsey Graham da zanîn ew ê şîretê bide Donald Trump ku vebijarka êrîşa leşkerî li dijî Îranê binirxîne.
Her wiha Graham hişyarî da, eger Hizbullah dev ji çekan bernede, Amerîka dikare li dijî komê tedbîran bigirin.
Graham teqez kir ku çekberdana Hizbullah dê ji bo Lubnanê sûdmend be û bibe faktorek di aramiya herêmî de.
Senatorê Komarî behsa şerê Xezayê jî kir û got ku ji bo bêçekkirina Hamasê divê bernameyek diyarkirî were amadekirin, û bêyî çarçoveyek wisa, çareseriyek mayînde nayê bidestxistin.
Serfermandarê Îsraîlê: Em dikarin dîsa êrîşî Îranê bikin
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr, îşaret bi êrîşeke nû ya muhtemel a li ser Îranê kir û gef xwar û got:
“Li her cihê ku pêwîst be, li eniyên nêzîk yan jî dûr, emê li dijminên xwe bixin.”
Serfermandarê Giştî Zamîr îdia kir ku Îran di navenda “şerê” herî dirêj û aloz de ye ku Îsraîlê ji damezrandina xwe ve daye destpêkirin.



