Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dibêje Vladimir Putin, bi şerta “îradeya siyasî ya hevbeş” hebe, amade ye ku bi Serokê Fransayê Macron re hevdîtin bike.
Macron diyar kiribû ku heke hewldanên Amerîkayê yên ji bo gihîştina peymana aştiyê li ser Ukraynayê bi ser nekevin, divê Yekîtiya Ewropayê careke din dest bi danûstandinên rasterast bi Putin re bike.
Serokê Fransayê nerazîbûna xwe ya ji ber serokên welatên Ewropayê di danûstandinên aştiyê yên bi Rûsyayê re yên di bin banê Amerîkayê de nayên beşdarkirin anîbû ziman.
Putin di daxuyaniya xwe ya 19’ê Kanunê de gotibû ku Rûsya dixwaze şerê li dijî Ukraynayê bi awayekî “aştiyane” li gorî prensîbên ku di havîna 2024’an de ragihandibû bi dawî bike.
Zelenskiy: Bêyî zexta li ser Rûsyayê êrîş ranawestin
https://www.aa.com.tr/tr/dunya/zelenskiy-rusyaya-baski-uygulanmadan-saldirilar-gercekten-sona-ermez/3777241
Her wiha Zelenskiy di peyama vîdyoyê ya ku ji hesabên xwe yên medyaya civakî de parve kir, geşedanên hefteya dawî yên di çarçoveya Şerê Rûsya-Ukraynayê de nirxand.
Zelenskiy bal kişand ser biryara 19’ê Kanûnê ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hate girtin ku bi deynên hevbeş ji bo Ukraynayê di 2 salan de 90 milyar euro peyda bike û got:
“Ev encama sereke ya mehê ye, di gelek aliyan de encama girîng a tevahiya salê ye.”
Zelenskiy bi bîr xist ku ew ê ev pere di 2 salên pêş de salane 45 milyar euro bigirin û got: “Rûsya divê bedela şer bide.”
Zelenskiy bal kişand ku danûstandinên ji bo bidawîkirina şer li Amerîkayê didomin û ragihand ku îro li Florida’yê hevdîtineke din wê bê lidarxistin.
Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku di van hevdîtinan de hûrgiliyên li ser bidawîkirina şer û garantiyên ewlehiyê têne gotûbêjkirin û got:
“Li ser demjimêr û çarçoveyên demê yên muhtemel ji bo biryarên taybet jî têne gotûbêj kirin.”
Zelenskiy diyar kir ku şandeya Ukraynayê ya li Amerîkayê dê encamên van hevdîtinan bi wî re parve bikin.
Zelenskiy bal kişand ser êrîşên hewayî yên dawî yên artêşa Rûsî li ser herêma Odesayê û îddia kir ku Rûsya hewl dide bigihîje lojîstîka deryayî ya Ukraynayê û got:
“Cîhan divê li ser vê yekê bêdeng nemîne. Divê herkes bibîne. Bêyî zexta li ser Rûsyayê, êrîş bi rastî ranawestin.”
Îngilîstan bikaranîna sermayayên Rûsî yên cemidandî red kir
Li aliyê din hikumeta Îngilîstanê ji bo piştgiriya Ukraynayê sermayeyên Rûsî yên 8 milyar sterlîn ên cemidandî yên li bankên Îngilîstanê bi kar bîne, red kir.
Li gorî Financial Times’ê, ev biryara redê piştî ku di sibeya Înê ya 19’ê Kanûnê de pêşniyareke bi heman awayî ya Yekîtiya Ewropayê jî hate red kirin, hate girtin.
Di şûna wê de, serokên Yekîtiya Ewropayê li ser peydakirina krediyeke 90 milyar euroyî ya ku bi budceya giştî ya blokê tê garantîkirin ji bo Ukraynayê li hev kirin.
Rayedarên Îngilîstanê ragihandin ku hikumetê garantiya 2 milyar dolarî ya ji bo krediyên Banka Cîhanî “ji nû ve veqetand” û pabendbûnên heyî ji bo “pêdiviyên fînansî yên lezgîn” yên Ukraynayê heta sala 2026’an dirêj kir.



