Peymana Xezayê derbasî qonaxa duyemîn dibe.
Şandeyên Îsraîlê li Qahîreyê bi navbeynkaran re hevdîtînê pêk anî.
Amerîka got qonaxa duyemîn a peymanê wê di meha Çileyê de dest pê bike.
Şandeyeke Îsraîlî serdana Qahîreyê kir.
Endamên şandeyê bi rayedarên payebilind ên welatên navbeynkar re, civiya.
Şandeyan hewlên vegerandina cenazeyê dîl, ê dawî yê îsralê li Xezayê nîqaş kirin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku nûnerê Amerîkayê Steve Wittkoff agahî da navbeynkaran ku qonaxa 2’yemîn a peymana agirbestê li Şerîda Xezayê wê di destpêka sala nû de, dest pê bike.
Ev peyam bi rêya navbeynkaran, ji Hamasê re jî hatiye ragihandin.
Li gorî Kanala 13 ya Îsraîlê, Îsraîl li ser vê rêkeftinê gumanên xwe hene, nemaze ji ber girtina berdewam a cenazeyê dîlekî Îsraîlî li Xezayê û têkçûna bêçekkirina Hamasê.
Tel Avîv berê ji Washingtonê re diyar kiribû ku pêşveçûna ber bi qonaxa 2’yemîn ve girêdayî serbestberdana cenazeyê dawîn ê mayî ye.
Peymana agirbestê û guhertina girtiyan li Xezayê
Di 9’ê Cotmehê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îsraîl û Hamasê di dema danûstandinên li Misrê de qonaxa yekem a plana agirbestê li Xezayê pejirandine.
Peymana ku li Misrê hatiye îmzekirin, di 10’ê Cotmehê de bi pejirandina hikûmeta Îsraîlê ket meriyetê.
Tevî agirbesta li Xezayê, artêşa Îsraîlê carinan bi hincetên cûrbecûr êrîşan li dijî xelkê heremê pêk tîne.
Di 17’ê Mijdarê de, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara 28-03, ku ji hêla Amerîkayê ve hatî pêşkêş kirin, pejirand.
Ku avakirina hêzek veguhêz a navneteweyî pejirand ji bo heta dawiya sala 2027’an xizmetê bike.
Li gorî biryarê, Xezayê wê di dema veguhêz de ji hêla dezgehek ne-siyasî û teknokratîk ve were birêvebirin.
Ev avahî dê di bin çavdêriya desthilatek veguhêz a nû de, bi navê Konseya Aştiyê, bixebite, ku tê de aktorên navneteweyî hene.
Trump wê serokatiya konseyê bike. Ji bilî çend lîderên cîhanê, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair jî wê endam be.
Netanyahu gef li Hamasê xwar
Li aliyê din serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef li Hemasê xwar û binpêkirina peymana agirbestê ya li Şerîda Xezayê tawanbar kir.
Gefa Netanyahu piştî ku leşkerekî artêşa Îsraîlê li Refahê di teqînekî de birîndar bû, hat.
Netanyahu diyar kir ku divê Hamas pabendî peymana agirbestê bibe û teqez kir ku redkirina eşkere û berdewam a tevgerê ji bêçekkirinê “binpêkirinek eşkere û berdewam” e.
Netanyahu di daxuyaniya xwe de hişyarî da û wiha got:
“Îsraîl wê bersiva binpêkirinên qanûnê yên ku bûne sedema birîndarbûna leşkerekî bide.”



