Festîvala Wêjeyê ya Kobanê ya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hatibû li dar xistin îro di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Fêstîvala Wêjeyê ya Kobanê ya 3’yemîn îro di roja xwe ya sêyemîn de ji aliyê Weşanxaneya Ava ve, serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Firatê ji bo bîranîna nivîskar Zîlan Hemo hate birêxistinkirin.
Di roja sêyemîn de bi dehan nivîskar,wêjevan û rewşenbîr amade bûn.
Di heman rojê de helbestvan Şadî Îsmaîl serenava “Wêjeya berxwedanê di çavê cîhanê de “xwend û piştire pirtûkên xwe îmze kir.
Di dawiya festîvalê de serkeftiyên pêşbirkên festîvalê hatin xelatkirin.



