Li Sûriyê bi taybet li herêmên hikûmeta veuhêz rewşa jiyanê xerabe.
Rojane bûyerên kuştin û revandinê diqewimin û hikûmet jî li hember van kiryaran bê deng e.
Doh li Hemayê malbatek bi tevahî hatin kuştin.
Li gorî agahiyan doh sibehê malbatek bi tevahî li taxa El-Beyad a Hemayê hatin kuştin.
Ev sûc jî doh êvarê piştî ku xizmekî wan serdana wan kir ji ber ku ji sibehê ve nekarî bi wan re têkilî dayne, hat keşifkirin.
Hat diyarkirin ku çeka ew malbat pê hatiye kuştin tifingeke leşkerî ya celebê Kalaşnîkov e.
Hevjama kuştiyan 5 kesin ew jî bav, jina wî ya bijîşk û sê zarok.



