Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê duh bi şev careke din êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê dîmenê êrişên ser benda kontrolê ya derdora çerxerêya Şîhanê weşand.
Hêzên Ewlekariyê derbarê dîmenê ku belav kiriye diyar kir ku ev dîmen îsbat dike ku komên girêdayî hikumetê êrişî bend dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku 22’ê kanûnê jî çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribû.
Di encama êrişê de jinek şehîd ket, û 25 jî birîndar bûn ku 19 ji wan birîndaran sivîl bûn.
Her wekî 6 ji wan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.



