Odeya Bijîşkên Kantona Firatê konferansa xwe ya duyemîn ya di bin dirûşma “Tenduristî bingeha pêşketina civakê ye” li dar xist.
Konferans bi amadebûna bi dehan bajîşk û endamên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kanton Firatê li hola Komîteya Lihevanînê hat lidarxistin.
Konferans bi deqeyek rêzgitin dest pê kir. Dûre Bijîşka Zarokan Şêrîn Elî rapora xebatên 2 salan ên odeyê xwend. Rewşa rêxistinî ya odeyê, her wiha rewşa qada tenduristiyê hatin nirxandin. Ji bo pêşxistinê jî pêşniyar hatin kirin.
Pişte hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya Kantona Firatê Enwer Mislim rewşa siyasî nirxand.
Di dawiyê de Meclisa Odeya Bijîşkên kantona Firatê hat avakirin ku ji 9 kesan pêk tê.



