Meclisa Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê bûyerên ku li Perava Sûriyê rûda bi tundî şermezar kir.
MSD’ê da zanîn ku hikumeta veguhêz berpirsa êrişên li dijî xwepêşandanên aştiyane li herêmên peravê û hundirê Sûriyê ye.
MSD’ê diyar kir ku ew bi fikarek mezin bûyerên herêmên peravê û hundirê Sûriyê dişopîne.
Her wekî destnîşan kir ku xwepêşandêran daxwazên xwe yên rewa kirin û got:
“Xwepêşandana aştiyane û derbirîna mafên xwe mafekî rewa yê her welatiyek Sûriyî ye.
Hêmanekî bingehîn a projeya demokratîk a cidî ye, divê rêz ji dengê gel re were girtin û were parastin.
Divê bi berpirsiyarî li deng gel were guhdarîkirin, ne bi hêzê were çareserkirin.”
MSD’ê got, hikumeta veguhêz berpirsa parastina welatiyan û misogeriya mafên wan bêyî ku tundî yan jî zordarî li wan bike.
Meclisa Sûriya Demokratîk di dawiyê de banga çareserkirina krîzan û diyaloga neteweyî kir.



