Komên çekdar êrişî gundekî li herêma Misyafê ya gundewarê Hemayê kir.
Li gorî agahiyan doh êvarî komên çekdar êrişî gundê Mehrûse yê herêma Misyafê ya Hemayê kir.
Hat diyarkirin ku çekdaran ji gundê Dîmo û gundên derdorê gundê Mehrûse bi bêserûber bi çekên giran û bombeyan hedef girt.
Ji ber êrişên bêserûber hejmarek şêniyan ber bi daristanên derdorê ve reviyan.
Heta niha tu agahiyên der barê encama vê êrişê nehatiye ragihandin.



