Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku vê êvarê dronek li asîmanê bajarokê Mecdel ê Siwêdayê digerî, lê beriya bigihîne armanca xwe, hat xistin.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê di daxuyaniyekê de ragihand ku dronek dijber ku ji bajarokê Rîme Hazim ve hatiye berdan, beriya ku bigihîne armanca xwe xist xwarê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzan li bajarokê Mecdel, saet di 17.30’an de drona ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ber bi herêmê ve berdaye, xist xwarê.
Di dawiya daxuyaniyê de hêzan pabendbûna xwe ya bi parastina herêmê û xelkê wê, bersivdana hewlên li dijî ewlehiya çiyê û ewlehiya şêniyên wê, dubare kir.



