Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna salê ya sala 2025’an li dar xist.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê, hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqayê û nivîsgeh û desteyên meclisê yên Reqayê amade bûn.
Hin Xalên ku di civînê lihevkiri li ser hat kirin jî evin:
“Xebitîna li ser guhertina rêziknameya meclisê, deste û nivîsgehên wê li gorî Hevpeymana Civakî.
Pêkanîn û şopandina projeyên veberhênanê yên 2026ˊan.
Bicihanîna sîstema darayî û bacê ya nû ji destpêka 2026ˊan ve.
Bicihanîna encamnameya Konferansa 1’ê ya Komînan a kantona Reqayê.
Kişandina jêhatiyên zanistî ji bo bilindkirina asta îdarî.
Piştgiriya saziyên kar û barên malbatên şehîdan, gazî û dîlgirtiyan.
Xebitîn û hevkariya bi Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Edaleta Civakî ji bo pêşxistina qanûn û pergalan li gorî Hevpeymana Civakî.



