Li kampa Newroz a koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê komîteyên awarte ji bo şopandina rewşa koçberan piştî barîna berfê, hatin avakirin.
Girêdayî wê, Rêveberiya Kampa Newroz a bajarê Dêrikê da zanîn ku wan 5 komîteyên awarte ava kirin.
Her komîteyek ji 10 endaman pêk tê.
Armanca komîteyan şopandina rewşa koçberan û destwerdana lezgîn di dema pêkhatina qezayan de ye.
Komîteyan dest bi paqijkirina konan û dawşandina berfê ji ser wan kirin.
Her wiha şopandina rewşa malbatan û peydakirina pêdiviyên wan jî dikin.



