Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, li basjarê Hesekê kesek sûcê kuştinê kirbû girtin.
Li bajarê Dêrikê jî kesekî din bi sûcê diziyê hate girtin.
Li ser bûyera kuştinê Hêzên Ewlekariyê daxuyaniyek da û got:
“Hêzên mê yên dij tawanan gilî wegrtin ku li gundewarên Hesekê, zilamekî di mala xwe de kuştî hatiye dîtin.
Tîmên me yên taybet, çûn cihê bûyerê, xebatên şopandin û lêkolînê kirin.
Piştî komkirina gelek belgeyan û berhevkirina îfadeya, kesek hate girtin.”
Hêzên Ewelekariyê dazanîn kesê hate girtin li xwe mikur hat û bi mebesta diziyê ketibû mala welatiyê hate kuştin.
Li Dêrikê kesek bi sûcê diziyê hat girtin
Bi daxuyaniyekd cûda jî Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku kesê erebeyek welatiekê li Dêrikê dizîbû hate girtin.
Hêzên Ewlekariyê, destnîşan kir ku piştî giliyê û komkirina belgayan ew kes di nava 24 seetan li ser kornîşan Dêrikê hate girtin.
Di dawiyê Hêzên Ewlekariyê got, ji bo tedbîrên pêwîst kesên sûcdar i dozgeriya giştî re hatin şandin.



