Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya sala nû de, ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê got: “Di çarçoveya peymana 10’ê Adarê ku di navbera QSD’ê û rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin de, daxwazên tên ziman, modelek siyasî ya demokratîk e ku hemû gel, ango netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî dikare bi rêveberiya navendî re bê muzakerekirin û zemînek entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne.”
Rêberê Abdullah Ocalan têkildarî sersala nû, geşedanên li Rojhilata Navîn, Suriye, Kurdistan û cihanê peyamek şand.
Peyam wiha ye:
“Sala Nû; Bila Nebe Sala Şer, Bila Bibe Sala Aştiyê
Em dikevin saleke nû. Em neçar in ku bînin bîra xwe; seranserî sedsala ku me derbas kir, êrişên emperyalist û nijadperest di nav hev de pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nava şer û pevçûnên dijwar. Vî şerî rê li ber hilweşandin û rûxandinên civakî vekir. Mezhebperestiya ku îro li herêmê pêk tê û hemû netewperestiya nijadî, kokên xwe ji vê dîroka tije ya nêz û bi êş digire. Mixabin stratejiya ‘dabeş bike, parçe bike û birê ve bibe’ ya pergala hegomonîk, bi awayên cuda tê berdewamkirin.
Tam jî ji ber vê yekê tevî hemû zor û zehmetiyan, perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me pêş xist, tenê ne tercîhek e, bi awayekî neçariyeke dîrokî ye ku li pêşberî me disekine. Heke ev perspektîf rast were fêmkirin û were nirxandin, dê pêşiya şer û pevçûnan bigire û li beramberî vê jî dê hemû netew bi awayek wekhev û jiyanek azad bi hev re bijîn. Heke yekîtiya gelan çêbibe, dê ev bibe jehrkuja li dijî şer û pevçûnan. Di serdema pêşiya me de berpirsiyariyek me ya dîrokî û bingehîn heye; ev jî ew e ku em karibin pêşî li şer û pevçûnan bigirin û em ê pêşiya encamên felaketî bigirin.
Li Rojhilata Navîn qeyranek dijwar heye û şerên polîtîk hene. Ev jî berdewamiya despotiyek hezar salane ku heta îro tê. Ev jî ji ber feraseta şaristaniya dewletparêz ku li ser desthilatê xwe bi rê ve dibe derdikeve holê, xitimî ye û encamek ku nikare xwe bidomîne ye.
Pirsgirêka Kurd di navenda van qeyranan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî dikare bi aştiyek civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlekariyê, lê dikare li ser zemînek demokratîk ku îradeya gelan ji xwe re esas digire, were çareserkirin û bi vî awayî nirxandina wê girîngiyek jiyanî ye.
Divê em ji bîr nekin ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe, ev ne mimkûn e. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakariya civaka demokartîk û rêgeza jêveneger digirim dest.
Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyek demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir, êdî ne mimkûn bidome û vê yekê daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera QSD’ê û rêveberiya Şamê de Peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modelek siyasî ya demokratîk e ku hemû gel, ango netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî dikare bi rêveberiya navendî re bê muzakerekirin û zemînek entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10’ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de pêş bixe.
Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroko ‘şoreşên neyînî’ ye. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekê jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Ango ji nû ve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî ye. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkek ji nû ve. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya ku di nava aştiyê de tê meşandin, dê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesê deriyê jiyaneke nû vebike.
Mijarek jiyanî ye ku Tirkiye di vê pêvajoyê de rolek çêker, avakar û ji diyalogê re vekirî bigire ser xwe. Ev hem ji bo aştiya herêmî, hem jî ji bo bihêzkirina aştiya wê ya navxweyî jî di asta girîngiyek krîtîk de ye.
Bi vê zanebûnê hêvî dikim ku sala nû nebe sala şer hilweşîn û cihêkariyan, bibe sala îradebûna avakirina lihevkirina demokratîk, aştiyê û bi hev re bikim îradebûna hevpar a avakirina paşeroja gelan.
Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilta Navîn û cîhanê rê li ber aştî azadî û paşerojeke demokratîk veke. Di serî de sala gelên ku têdikoşin, ez sersala hemû dostan pîroz dikim.
Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke birûmet bîne, heskirin û silavên xwe radigihînim.
Dê ev dem bi azadiya jinê ve xurt bibe, di nav aştiyê de gel dê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.
30yê Kanûna 2025an
Abdullah OCALAN
Îmrali.”



