Artêşa Îsraîlê bîlançoya êriş û operasyonên xwe yên 2025’an eşkere kir.
Artêşa Îsraîlê derbarê êrişên li ser Îran, Libnan, Sûriye, Yemen û Xezayê agahî parvekir.
Li gorî daxuyaniyê li herêmên cuda wan êriş bir ser 20 hezar û 900 hedefî û derdora 430 operasyonên leşkerî kirine.
Artêşa Îsraîlê bîlançoya êriş û operasyonên xwe yên sala 2025’an eşkere kir.
Berdevkê artêşê Avichay Adraee derbarê mijarê daxuyanî da û anî ziman ku Îsraîlê “Serweriya xwe ya operasyonî” li Xeza, Lubnan, Sûriye, Şerîa Rojava, Îran û Yemenê dewam kir.
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê di nava salê de, li herêmên cuda êriş bir ser 20 hezar û 900 hedefî û derdora 430 operasyonên leşkerî kir.
“Êriş li dijî 950 cih û deverên Hîzbûllahê hate kirin”
Hate ragihandin ku li Lubnanê di operasyonên li dijî Hîzbûllahê de, êriş li dijî 950 deverên leşkerî hatiye kirin û nêzî 380 kes hatin kuştin.
Hate gotin, depoyên çekan, amûrên avêtina fuzeyan, avahiyên leşkerî û devê tunelan ji hedefê wan bûn. Artêşa Îsraîlê Hîzbûllah sûcdar kir ku hezar û 920 carî agirbest binpê kiriye.
“Li Xezayê li 19 hezar û 530 deveran hate xistin”
Hate diyarkirin ku li Şerîda Xezeyê jî di nava salê de, ji Fîlîstîniyan 4 fermandarên tûgayê, 14 fermandarên tabûrê û 53 fermandarên yekîneyê hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş li 19 hezar û 530 hedefan hate kirin.
Her wekî hat diyarkirin ku li Şerîa Rojava hêzên Îsraîlê 230 kes kuştin, 7 hezar û 400 kes jî binçav kirin. Hate gotin nêzî hezar û 190 ji wan ‘endamên Hamasê’ bûn.
“Li Îranê êriş li dijî 1500 deveran hate kirin”
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li Îranê êriş birine ser hezar û 500 cih û deveran, 30 rayedarên payebilind ên leşkerî û 11 zanyarên nukleerî hatin kuştin.
Li Yemenê jî 20 êrişên leşkerî li hemberî Hûsiyan hate kirin û di encamê de 13 fermandarên Hûsî hatin kuştin.



