Şaredariya gel ya bajarê Dirbêsiyê biryarek da ku bihayê her amperekê bike 8 dolar.
Lê belê, piştî nerazîbûnan, biryar bi rengekî demkî hat rawestandin.
Piştî gilî hat pêşkêşkirin Koordînasyona bajar a Şaredariya Gel û saziyên din civîneke awerte li dar xist.
Di encama wê civînê de, biryar bi rengekî demkî hat rawestandin da ku bi Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê re nîqaş bike û çareseriyeke guncaw derkeve.



