Tiştên li Caracas’ê ya Venezuelayê qewimîn, ji operasyonekê wêdetir xwedî wateyan e.
Êrîşa Amerîkayê li ser Venezuelayê hevsengiyên herêmî xira kir.
Desthilatdarî û demokrasiya Latîn Amerîkayê û siberoja wê ya li ser çavkaniyan car din ji nîqaşê re vedike.
Êrîşa leşkerî ya ku Amerîka li Venezuelayê pêk anî û revandina Serokê Dewletê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores, di nava demek kurt de bû navenda rojeva cîhanê.
Vê pêngavê deriyê demeke nû û nediyar vekir ku wê bandorê li siyaseta hundir a Venezuelayê û tevahiya Latîn Amerîkayê bike.
Têkildarî tiştên qewimîne, nirxandinên cuda tên kirin.
Hin kes dibêjin, armanca esas a Washington ew e ku di qada enerjî û bazirganiyê de hêzeke stratejîk ava bike.
Li gorî hin kesên din jî armanc lewazkirina xeta Rûsya-Çîn û mayîndekirina hebûna leşkerî û siyasî ya Amerîkayê li Başûrê Amerîkayê ye.
Rêveberiya Amerîkayê ji bo operasyonê hincetên bazirganiya tiryakê û kêmahiya meşrûiyeta demokratîk nîşan dide.
Li eniya Caracas jî rewş hîn zelaltir tê xwendin.
Ev hewldan, destewerdanekî mêtingerî ya vekirî ye û weke êrîşeke rasterast a li dijî desthilatdariya welêt tê pênasekirin.
Rewşa heyî nîşan dide ku mesele ne operasyoneke ewlehiyê ya hêsan e; berevajî, rû bi rûyê têkoşîneke berjewendî û hêzê ye.
Krîz çawa hat vê astê?
Ji nîva duyem a sala 2025’an û vir ve, têkiliyên navbera Washington û Caracas ketin xeteke tengasiyê ya ku gav bi gav bilind dibe.
Rêveberiya Donald Trump piştî hilbijartinên 2024’an îlan kir ku ew hikûmeta Maduro weke rewa nas nake.
Trump rêveberiya Venezuela sûcdar kir ku ‘çêkereke nerewa ye, girêdana wê bi torên sûc ên organîzeyî û qeçaxçitiya tiryakê heye’.
Ev gotin bi demê re veguherî gavên şênber:
“Pêkanînên aborî hatin tundkirin
Venezuelayê hebûnên xwe yên mal ên bi têkilî, sekinand
Operasyonên li ser behrê yên li Karîbîkan, hatin zêdekirin
Êrîşî keştiyên ku tê îdîakirin têkiliyên wê bi rêxistinên sûc re heye, hate kirin. ”
Li ser vê yekê rêveberiya Trump xelata ji bo girtina Maduro, kir 50 milyon dolar.
Ev gav, bi gotina Amerîkayê weke ‘qonaxeke girîng hate derbaskirin’ hate şîrovekirin.
Rojên dawî yên sa
Pêvajoya ber bi êrîşê ve
la 2025 û serê meha Çileya 2026’an krîz gihand qonaxeke hîn xetertir.
Amerîka pêkanînên nû li ser şîrketên petrolê xiste meriyetê.
Keştiyên ku têkiliya wê bi bazirganiya Venezuelayê re hene, hatin blokajkirin.
Rêveberiya Caracas jî bi rengekî eşkere ev kiryar weke hewldaneke “korsanî” pênase kir.
3’yê Çileya 2026’an şkestineke krîtîk çêbû.
Trump ragihand ku hêzên Amerîkayê li dijî Venezuelayê “operasyoneke leşkerî ya mezin” pêk anîn.
Piştî êrîşê jî ragihand ku Amerîka wê bi rengekî xurt tevlî sektora petrolê ya Venezuelayê bibe.
Van gotinan, şîroveyên ku dibêjin ‘çavkaniyên enerjiyê yek ji çarçoveya stratejîk a esas a operasyonê ye’, hîn piştrasttir kir.
Nerazîbûnên navneteweyî û nîqaşa hiqûqî
Operasyon ji aliyê gelek welat û rêxistinên navneteweyî ve weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî hate pênasekirin û hate şermezarkirin.
Hişyarî hatin dayîn ku ev ji bo desthilatdariya dewletê û xakê emsalek bi xeter e.
Rêveberiya Caracas biryardariya xwe ya ji bo parastina xaka xwe, destnîşan kir.
Bi van geşedanan re, tengasiya li xeta Amerîka-Venezuelayê ji asta zexta dîplomatîk û pêkanînan, nêzî şerê leşkerî bû.
Ev rewş wisa tê nirxandin ku wê hem ji bo hevsengiyên navxweyî yên Venezuelayê hem jî asta herêmî, encamên demdirêj û kûr çêbike.



