Çekdarên hikumeta veguhêz careke din êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb di daxuyaniya xwe ya beriya nêzî saetekê de ragihandibû ku tax 4 caran li pey hev bi dronan hatiye bombebarankirin, di encamê de şêniyek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku wan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva jêdera êrişan daye.



