Hêzên Asayîşa Helebê eşkere kir ku wan agahî girtine ku ev êriş hatine plankirin û armanca wan têkbirina binesaziyan herdu taxan e.
Hêzên Asayîşê got ku wekî encama destpêkê ji êrişan re, di nav de 2 jin, 3 welatî şehîd bûne û 11 jî birîndar bûne.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, Hêzên Asayîşê eşkere kir ku êriş bi rêya dron, çekên giran û sekvaniyê dewam dikin.
Asayîşa Helebê: Armanca êrişan têkbirina binesaziya jiyanî ye
Bi gotina Hêzên Asayîşê, ev êriş jiyana welatiyan dixe metirsiyê û binpêkirineke rasterast ji qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Hêzên Asayîşê pişrast kir ku ev êriş sûcekî şer e, çimkî sivîlan dike armanc.



