Qesra Spî ragihand ku Donald Trump li ser vebijarkek leşkerî li Gronlandê difikire.
Danîmarkayê hişyarî da ku her bikaranîna hêzê li Gronlandê wê dawî li hevpeymaniya leşkerî ya NATO’yê ya 80 salî bîne.
Welatên Ewropayê jî piştgirî dan Danîmarkayê.
Piştî revandina Maduro, Donald Trump planên xwe yên derbarê Gronlandê de,bileztir kiriye.
Trump rêyên cûrbecûr, di nav de vebijarkên leşkerî jî, ji bo tevlîkirina Gronlandê, herêmeke xweser a girêdayî Keyaniya Danîmarkayê, dinirxîne.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt roja Sêşemê got:
“Bidestxistina Gronlandê ji bo astengkirina reqîbên wekî Rûsya û Çînê pêşîniyek ewlehiya neteweyî ya Amerîkî ye.
Trump li ser vebijarkek leşkerî li Gronlandê difikire
Trump û tîma wî ji bo bidestxistina vê armanca girîng a siyaseta derve rêzek vebijarkan dinirxînin.
Û bê guman, karanîna artêşa Amerîkî her gav vebijarkek di destê fermandarê giştî de ye.”
Marco Rubio ji endamên Kongreya Amerîkî re got vebijarka bijarte ya Trump kirîna Gronlandê ji Danîmarkayê ye.
Rubio dibêje gefên li dijî Danîmarkayê nîşan nadin ku Amerîka dê di pêşeroja nêzîk de êrîşî giravê bike.
“Bikaranîna hêzê li Gronlandê wê dawî li hevpeymaniya leşkerî ya NATO’yê bîne”
Danîmarkayê hişyarî da ku her bikaranîna hêzê li Gronlandê wê dawî li hevpeymaniya leşkerî ya NATO’yê ya 80 salî bîne.
Argumana Danîmarkayê li ser peymana NATO’yê ye, ku welatên endam pabend dike ku bi hev re her hevalbendek biparêzin ger êrîş lê were kirin.
Ji ber vê yekê, her operasyonek leşkerî ya Amerîkî ku Danîmarka, hevalbendek NATO’yê, hedef digire, wê bi bandor hevpeymaniyê hilweşîne.
Yekîtiya Ewropayê piştgiriya danîmarkayê dike
Her wiha hevpeymanên Ewropî yên Danîmarkayê jî piştgiriyê didin Kopenhagenê.
Lîderên Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Polonya û Spanyayê, roja Sêşemê derbarê rewşê de di daxuyaniyek hevbeş de dan.
Lîderên welatan diyar kirin ku ew ê “prensîbên gerdûnî” yên wekî “serwerî, yekparçeyiya axê û neşikandina sînoran” biparêzin.
Peyamek hişyar ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron hat.
Macron roja Sêşemê beşdarî danûstandinên aştiyê yên Ukraynayê li Parîsê bû û got:
“Ez nikarim xeyal bikim ku Amerîka di rewşek de be ku serweriya Danîmarkayê binpê bike.”
Trump ji dema xwe ya yekem a serokatiyê ve piştgiriya îlhaqkirina Gronlandê dike.
Di vê çarçoveyê de, Kopenhagen, ku di sala borî de gelek razemeniyên li ewlehiyê kiriye, bi qasî 14 mîlyar dolar ji bo lêçûnên ewlehiyê veqetandiye.
Niha 150 leşkerên Amerîkayê li Baregeha Fezayê ya Pituffik li Gronlandê bi cih bûne.



