Serokê Amerîka Donald Trump di Konferansa Partiya Komarî de axivî û balkişand ser qanûna esasî ya Amerîkayê.
Trump dibêje ji bo ku carek din bibe namzedê serokkomariyê dibe ku qanûnan biguhere.
Heman demê Trump diyar kir ku ew zextê li şîrketên parastinê bike da ku îxracatê zêde bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di civînekê de ji parlamenterên komarî re got hilbijartinên navîn ên Mijdara 2026’an ji bo wî girîng in.
Li gorî Trump, heger Komarî piraniya xwe li Meclîsa Nûneran û Senatoyê winda bikin, Demokrat dê pêvajoyek nû ya îxrackirinê li dijî wî bidin destpêkirin.
Trump, di parastina polîtîkayên xwe yên aborî, ewlehiya sînor û bacê de, got: “Siyasetên me rast in.”
Trump diyar kir ku divê Komarî di hilbijartinên navîn de bi ser bikevin, wekî din ew ê ji hêla Demokratan ve ji kar were dûrxistin û got:
“Divê em di hilbijartinên navîn de bi ser bikevin, ger em di hilbijartinên navîn de bi ser nekevin, ew ê sedemekî bibînin ku min ji kar dûr bixin.”
Trump dixwaze carek din bibe serokê DYA
Serokê Amerîkayê Donald Trump di Konferansa Partiya Komarî de axivî û got, ew dixwaze ji bo demek din jî bibe namzetê serokkomariyê.
Trump da zanînn ku, Destûr nayê dayîn ew dîsa bibe serok û got:
“Lê em texmîn bikin ku destûr tê dayîn, ez bibim namzet, wê demê guhertinek destûrî dê çêbibe.”
Trump operasyona girtina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro jî nirxand, pesnê xwe da û got ku ev yek careke din hêza gerdûnî ya artêşa Amerîkayê nîşan dide.
Trump destnîşan kir ku Amerîkayê berî operasyonê, elektrîka piraniya Venezuelayê qut kiriye û got ev yek avantajek girîng daye leşkerên li ser erdê.
Trump teqez kir ku tevahiya welêt bê elektrîk bû.
Ji ber wê jî artêşê fêm kiriye devera ku elektirîka wê hebe ew der cihê girîng in, deverên ku elektirîka wê hebû ye hatiye lêdan.
Trump, li dijî Maduro, zimanekî tund bi kar anî û got:
“Wî hewl da ku li ser dikê reqsa min teqlîd bike. Wî bi mîlyonan mirov kuştine.
Li navenda Caracas odeyek êşkenceyê heye ku, wir mirov tê girtin û kuştin.”
Trump: kes nikare bi me re pêşbirkê bike
Her wiha Trump behsa artêşa Amerîkî kir û got:
“Amerîka careke din îspat kir ku ew xwediyê artêşa herî bihêz, pêşketî û kujer a li ser erdê ye.
Kes nikare me têk bibe, ne jî dikare nêzîkî artêşa me bibe.
Em ê hilberîna çekan bileztir bikin û em ê zextê li şîrketên parastinê bikin.”



