Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê gefên Hikûmeta Demkî şermezar kir û da zanîn ku hedefgirtina van taxan binpêkirineke berçav ji qanûna mirovî ya navneteweyî re ye.
Her wekî da zanîn ku ew di hewildanên vekirina rêyên diyalogê de cidî ne, lê Wezareta Parastinê diyalogê red dike û li ser zimanê gef û şer bi israr e.
Rêveberiya Xweser teqez kir ku QSD`ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tune ne û ev tax deverên niştecihbûnê yên sivîlan e.
Ji ber vê yekê, çi êrîşên leşkerîm hedefgirtina van taxan binpêkirineke berçav ji qanûna mirovî ya navneteweyî ye û berdewamiya siyasetên dijminatî li dijî gelê Sûriyê ye.
Her wekî teqez kir ku ev kiryar xizmeta aramiya welêt nakin lê belê dibin sedema bêaramiya welat, xirakirina ewlehiyê û gûrkirina pevçûnê.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku tevî pabendbûna bi şertên peymana 1`ê Nîsanê lê aliyê din bendên wê pêk nayîne û siyaseta xwe ya dorpêçkirin û gurrkirinê de israr kiriye.
Rêveberiya Xweser: Wezareta parastinê danûstandinê qebûl nake
Rêveberiya Xweser bang li berpirsên hikûmeta demikî ya Sûriyê kir ku vegerin ser rêya aqil û mentiqê, diyalogê wekî yekane zimanê çareserkirina nakokiyan bikar bîne.
Rêveberiya Xweser: Em piştgiriyê didin xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Dawiyê de piştgiriya xwe bi gelê her du taxan re kir û pabendbûna xwe bi avakirina Sûriyeke yekbûyî, demokratîk û nenavendî ku maf ji hemû pêkhateyan re bêyî cûdahî garantî dike, tekez kir.



