Li Îranê xwepêşandan di roja xwe ya 12’emîn de dewam dike.
Li gor agahiyên dawî 34 xwepêşander hatine kuştin, zêdetirî 2 hezar kes hatine binçavkirin.
Xwepêşandanên li Îranê di roja 12’emîn de ye.
Tevî ku rejîma Îranê bi tundîtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe jî, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
Her çend li gelek deveran Hêzên Îranê rasterast guleyan bikar tîne jî, gel gavê paş de na avêjin.
34 Xwepêşander hatin kuştin
Li aliyê din serokkomarê Îranê ragihand ku wan tundiya li dijî xwepêşanderan qedexe kiriye.
Lê berovajî daxuyaniya serokkomar, serdozgerîya Îranê teqez kir ku, ew ê li hember xwepêşanderan hêzê bikar bîne.
Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 12’emîn a xwepêşandanan de jî, hêzên rejîmê bi şêwazek tund êrîşê xwepêşandanan dike.
Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ew ê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.
Xwepêşandan li gelek herêmên Îranê belav dibin
Xwepêşandana gelê Îranê li 348 navçe, 111 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne.
Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandanan bûne.
Li gor agahiyan li hin bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî jî girtî ne.
Her wiha rejîma Îranê hewil dide, kolanan bi şêwazê gulebaran kirina gel, aram bike, ango bixe bin kontrola xwe.
Gelek çavdêrên siyasî li rojhilatê Kurdistan û Îranê destnîşan dikin ku rewşa heyî ji kontrolê derdikeve.
Li seranserê Îranê zêdetirî 2 hezar kes hatine binçavkirin
Li gel vê yekê, li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê, di 12 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin.
Her wiha, zêdetirî 34 xwepêşander hatine kuştin ku 5 ji wan zarok in û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.
Hêzên rejîma Îranê bi darê zorê bêyî amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digirin û li ser medyaya fermî ya Îranê diweşînin.
Li ser wê bingehê gelek kes ji tohmeta sîxurê Îsraîl û Amerîkane tê tawanbarkirin.
Çalakvanên Siyasî û sivîl: Dema guhertinên mezin hatiye
Komek ji 222 çalakvanên siyasî, civaka sivîl û mafên mirovan metnek hevbeş weşandin û tê de piştgirîya xwe ji bo xwepêşandanên li Îranê diyar kirin.
Çalakvanan da zanîn ku wan metna rizgariya Îranê îmze kirîye.
Her wiha çalakvan diyar dikin ku, ew piştgiriyê didin pêşniyara sereke ya hilweşîna rejîma Îranê.
Di metna çalakvanan de hatiye nivîsandin ku, dema guhertinên mezin hatiye û tundûtûjî û tepeserkirin nikarin gelên ku biryar daye çarenûsa xwe, biguherîne û rawestîne.
Di dawiyê de, çalakvanan destnîşan kirin ku, di vê serdema xwepêşandanan de pêwîste veguherîna ber bi demokrasiyê ve wekî rêya herî rast ya çareseriya civakî were dest girtin.



