Xelkê Siwêdayê jî li pişta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rabûn.
Xelkê piştrast kir ku ew li kêleka Kurdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê disekinin û piştgiriya wan dikin.
Bi dirûşmeya “Hûn ê tim bimînin Roja Azadiyê” îro li qada Keramê ya Siwêdayê, xelk daket kolanan û piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Di xwepêşadanê de, êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî û Dewleta Tirk ên li ser Şêxmeqsûdê hatin şermezarkirin.



