Ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî Ii Şêxmeqsûdê avahiyek bi ser malbatekê de hat xwarê.
7’ê Çileyê saet di 03.34’an de guleyek topê ya çeteyên hikumeta demkî li mala Hesen Mihemed Hesen ket.
Di encamê de xanî bi ser endamên malbatê de ku 6 kes tê de bûn hilweşiya.
Birîndarên ku piraniya wan zarok bûn, 16 saetan di bin kavilan de man û bavê wan jî şehîd bû.
Ji ber topbarana bênavber malbat nêzî 16 saetan di bin kavilan de asê ma.
Şêniyan û tîmên alîkariya karî zarokan ji bin kavilan derxin lê bav Hesen Mihemed Hesen (42) şehîd bû.
Cemal Kilê yê şêniyê taxê ku tev li hewldanên rizgarkirinê bûye axivî û got:
Her cara ku me hewl dida pêşve biçin, top dîsa diketin.



