Pentagon: Rola Tirkiyê li dijî Rûsya gelekî girîng e

Pentagona Amerîkî ragihand ku rola Tirkiyê di rawestandina li pêşiya Rûsyayê gelekî girîng e û bang kir ku di vê dosyayê de hevkarî navbera Amerîka û Tirkiyê de xurt bibe.

Fermandarê Fermandariya Hêzên Amerîka General Tod Woltiz got, ” li Lîbyayê alozî û li Sûriyê jî rûbirbûna Rûsya û Tirkiyê li Idlibê hîna jî dewam dike”

Li gorî heman generalî, eger berjwendiyên li dijî Rûsya bi hêz bibin, wê hevkariya Tirkiyê û Amerîka di çarçoveya NATO yan jî di asta duyemîn de, gelekî baş bibin.

Pompeo: Şam, Tehran û Moskova nahêlin agirbest çêbibe

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Şam, Mosko û Tehran, bi astengkirina agibestê li Sûriyê tewanbar kir û got “ji ber van hersê aliyan, zehmet e agirbest pêk were û heta nahêlin Komîteya Destûrî çê bibe.”

Pompeo got “Ji bo gihandina alîkariyê ji Sûriyê re, wê Amerîka hevkariya xwe bi NY re dewam dike û alîkariyê derbasî Idlibê bike”

Back to top button