Rêber Apo derbarê rapora Komîsyona Meclisê nirxandin kir.
Rêber Apo got divê rapor weke encameke têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi dehan salan bê destgirtin.
Her wiha dibêje rapor destpêkeke nû ye û gaveke ku deriyê nû li pêvajoyê vedike.
Rêber Apo Sirri Sureya Onder bibîr anî û sipasiya hemû partiyên siyasî kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê ked dane û xebat meşandine.
Rêber Apo: Rapor ji destpêkeke nû ye û gaveke ku deriyeke nû li pêvajoyê vedike
Di nirxandinê xwe de Rêber Abdullah Ocalan ev tişt got:
“Pêvajoya danûstandinan a Îmraliyê têkoşîneke cidî ye.
Derdorên ku ji rastiyê dûr, bi rojevên siyasî yên teng mane zemîna siyaseta erzan ji dest wan hatiye standin.
Divê demildest bi berpirsyariyê tevbigerin û xeletiyên xwe vegerin.”
Rêber Apo: Pêkhatina çareseriyê wê di encama têkoşîna demokrasî û azadiyê be
Her wiha Rêber Apo bal kişand destgirtina raporê got pirsgirêk, demokratîkbûna Tirkiyê tenê bi vê raporê çareser nabe û bersivê xwe nabîne.
Rêber Apo: Avakirina demokrasî ne bi çek wê bi danûstandinan pêk were
Têkîldarî avakirina demokrasiyê jî Rêber Apo diyar kir ku avakirina demokrasî ne bi çek wê bi danûstandinan û hevdu fêmkirinê pêk were û got:
“Heta garantiya hiquqî hebe ti alî nikare berê xwe bide tundiyê, çekê û pevçûnê.
Rêber Apo: Hêza siyasetê ji hêza çekê hin zêdetir bi encamgir e
Heger berê xwe bidin vê yekê neçar in wê tecrîd bibin.
Êdî vê rojeva welat wê çek diyar neke, serdemeke ku siyasetê rojevê diyar bike wê destpê bike.”
Rebêr Apo: Divê tu kes nekeve rehawetê û bizane ku her tişt bi carekê çareser nabe
Rêber Apo teqez kir ku divê kes nekeve rehawetê, têkoşîna rastî niha destpê dike.



