Komîteya Çandinî û Sewalkariya ya Cizîrê ragihand ku ew ê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota çandiniyê li cotkaran bike.
Di çarçoveya hewldanên ji bo piştgiriya demsala çandiniyê û peydakirina pêdiviyên cotkaran de, Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Cizîrê ragihand ku Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya Cizîrê dê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota çandiniyê li cotkaran bike.
Komîteyê diyar kir ku belavkirina mazotê dê li gorî lîsteyên diyarkirî were pêk bê da ku hemû cotkar para xwe ya mazotê wergirin.



