Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Lubnanê kir.
Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) daxuyanî da û got:
Me wekî beşek ji stratejiya ‘parastina bergiriyê’ li başûrê Lubnanê dest bi operasyonên bejahî kirine.
Di çend rojên dawî de yekîneyên Tûmena 91’an çalakiyên leşkerî li hin cihên stratejîk ên başûrê Lubnanê pêk anîne.
Ev hewildan dê wekî operasya bejahî bidomin da ku qada parastina pêşî berfireh bikin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku beriya ku hêzên bejahî bikevin herêmê, êriş pêkanîne da ku tehdîdên li herêmê tune bikin.



